Heta serxwebûnê, gotûbêj ligel Bexdayê di qezenca Kurdistanê de ye

Hewlêr-KDP.info- Parlemanterekî berê yê Iraqê ragihand çûna Wezîrê
Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî bûye siyasî, ji ber ku ji dema ku Zêbarî bûye
wezîrê Darayî, mijûlî komkirina deynan e bo Iraqê. Herwiha dibêje serdana
şanda Hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê di qezenc û sûda Kurdistanê de bû
û pêwîst e heta dema serxwebûnê ew gotûbêj berdewam bikin.
Şiwan Mihemed Taha ji malpera KDP.info re ragihand: Çûna parlemantoyê
û lêpirsîna wezîran pir normal e, û em dikarin bêjin ku ew yek ji karê herî
sereke yê parlemantoyê ye, lê bi mercekê ku ew lêpirsîn şefaf be û dûr ji
siyasî be û ne ku hin alî li pişt bin.
Wî parlemanterê berê yê Iraqê ragihand çûna Wezîrê Darayî yê Iraqê
Hoşyar Zêbarî bûye siyasî, ji ber ku ji dema ku Zêbarî bûye wezîrê Darayî,
mijûlî komkirina deynan e bo Iraqê. Herwiha dibêje serdana şanda
Hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê di qezenc û sûda Kurdistanê de bû û
pêwîst e heta dema serxwebûnê ew gotûbêj berdewam bikin.




