PDK: Kêşeyên me yên bi Îraqê re siyasîne ne leşkerî
Berdevkê partiya demokrata Kurdistanê Cefer Emînkî ragihand ku, danûstandin li gel Bexdayê de vala derneketiye belku, derfet çê kirin bo danûstandinê bêencam maye.
Emînkî eşkere kiriye ku, dawî bi danûstandinên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nehatiye û tiştên ku, heta niha hatine kirin amadekarî bo serdana heyeteke Kurdî bo Bexdayê bûye û heta niha jî bi awayekî giştî danûstandin destpê nekiriye.
Çavkanî eşkere kir ku, armanc ji serdana heyeta leşkerî ya Kurdistanê bo Bexdayê amadekirina derfetê bo danûstandinê bû daku, pişt re di çarçoweya vê derfeta han de heyeteke din serdana Bexdayê bike, lê ev heyeta han jiber amadenebûna derfetê ev serdana han pêk neanî.
Çavkanî herwiha diyar kir ku, kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kêşeyên siyasîne ne leşkerî û ev kêşeyên leşkerî jî di encama çareser nekirina kêşeyên siyasî de der ketine.




