Şandeke PDKê di kongireya partiyên siyasî yên Asya de beşdar dibe

Malîzya-KDP.info- Endamekî şanda PDKê li Malîzya dibêje, îro ew wek
şandeke PDKê dê beşdar be di kongireya partiyên siyasî yên welatên Asya
de ku ji 73 partiyên 35 welatan pêk tê.
Parlemanter û Endama şanda PDKê li welatê Malîzya Neda Mêrgesorî ji
malpera KDP.info re ragihand: “Li ser vexwendina fermî ya ICAAP, em wek
şanda PDKê bi serokatiya Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yê
PDKê di kongireya partiyên siyasî yên welatên Asya de beşdar dibin, ku ew
kongire îro destpê dike û 4-9- 2016 bidawî dibe.”
Mêrgesorî wiha got: “Di kongireyê de 73 partiyên siyasî ji 35 welatên Asya
beşdar dibin û tê de Hêmin Hewramî gotara PDKê pêşkêş dike û ezê jî ji
civîna taybet bi jinên partiyên siyasî gotarekê pêşkêş bikim.”




