26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKKê 45 keçên êzdî revandine..Ev 2 sal in ku wan direvîne

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- PKK bûye mezintirîn pirsgirêk li pêşiya xelkê Şingalê û derdora wê. PKKê
 
45 keç û jinên êzdî revandine û ew birine Qendîlê.
 
Serokê Encumena Bajarokê Şingalê Weys Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: PKK
 
îtîrafê bi îdareya Şingalê nake. Ev 2 sal e ku PKKê kar li ser revandina keç û jinên êzdî
 
dike, ku 45 kes ji wan revandine û birine Qendîlê û nahêlin vegerin malên xwe, lewma
 
em daxwaz ji xelkê xwe dikin ku gelekî ha ji xwe hebin û daxwazê ji hemû xelkê Şingalê
 
dikim ku hemû destê xwe bidin hev û kar bo vegera Şingalê û derdora wê bo ser Herêma
 
Kurdistanê bikin.
 
Nayif wiha got: PKK rêgiriyê li vegera xelkê bo ser mal û hale xwe dikin

Nûçeyên têkildar