Agrîn: Şerek din li pêşiya me ye..Divê em biryarê bidin

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê dîrasat û lêkolînan yê PDKê Dr. Ebdulah Agrîn
dibêje, şerê mezin ligel Iraqê şerê wergirtina mafê miletekî ye. Herwiha
tekez dike ku serkirdeyên Iraqê baweriyê bi mafê kurdan bo serxwebûnê
tune ye.
Dr. Ebdulah Agrîn Berpirsê dîrasat û lêkolînan yê PDKê ji malpera PDK.info
re ragihand: “Niha Iraq div ê rewşa xerab de gefê li Herêma Kurdistanê dike,
eger sibe şerê DAIŞê bidawî hat û rewş aram bû dê çi ji me re bêje? Divê
hemû cîhan zanibe ku pirsgirêka me ligel Bexdayê ne kesayetî ye ligel Ebadî
yan Malikî û her kesek tê ser desolate ji me re wek hev e, pirsgirêka me ya
miletekî ye li Iraqê û şerê me Kurdan şerekî neteweyî ye û baweriya Iraqê bi
mafê Kurdan bi dewletbûnê tune ye.”
Agrîn wiha got: “% 100 piştî şerê terorîstên DAIŞê şerekî din li pêşiya me ye
û gelek caran serkirdeyên milîsên şîe gef kiriye ku piştî DAIŞê ewê êrişî
Kerkûkê bikin û dibe ku ji ber cudabûnê êrişî Kurdistanê bikin. Lewma Iraq û
milîsên wê gef in li ser Kurdistanê û niha derfet hatiye ku em ji Iraqê cuda
bibin û dewleta serbixwe rabighînin, ji ber ku em bi zorê bi Iraqê ve hatine
girêdan.”




