Daxuyaniyeke Salih Mislim hat redkirin..Sînor vekirî ye

Rojava-KDP.info- Hevserokê PYDê di kongireyeke rojnamevanî de li
Parlrmantoya Ewropa got ku sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê
Kurdisatnê bi kêfa PDKê tê vekirin, lê Rêveberê Xala Sînorî ya Pêşabûrê
dibêje, ev sînor bo berjewendiya xelkê Rojavayê Kurdistanê vekirî ye û ne
em bazirganiyê tê de dikin, lê belê PYDê ye ya ku gumrikê ji xelkê destine.
Şewket Berbiharî Rêveberê Xala Sînorî ya Pêşabûrê ji malpera KDP.info re
ragihand: “Ev ne cara yekê ye ku Hevserokê PYDê daxuyaniyên wisa dide ku
ti rastiya wan tune ye, herwiha demeke dirêj bazirganî di derî de dihat kirin,
lê me ji aliyê xwe ve gumrik ji xelkê nedistend û tenê aliyê PYDê gumrik
distendin. Ew karê me ji ber wê yekê bû ku jiyana xelkê xerab e, lê ew bi ti
awayekî ne amadebûn ku gumrikê ji ser xelkê rakin.”
Berbiharî wiha got: “Niha sînor vekirî ye û bazirgan diçin û tên û ti
pirsgirêkeke sînor tune ye û kar bi rêkûpêkî birêve diçin, ji ber ku ew
rêgiriyê li bazirganiyê nakin ji ber ku di berjewendiya wan de ye.”




