26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavdêrekî siyasî: PKK bê armanc e, lewma tê bikaranîn

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Pisporekî karûbarê Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê dibêje,
 
PKK ji ber ku bê armanc e, heta niha nikariye mafê Kurdan li Bakur û
 
Rojavayê Kurdistanê bo gelê Kurd bidestve bîne, lewma welatên herêmê jî
 
wê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin.
 
Mehdî Hacî ji malpera KDP.info re ragihand: “Serok Barzanî xwediyê
 
pêvajoya aştiyê ye li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, niha jî derfetek baş ji
 
Kurdan re hatiye û pêwîst e yekgirtî û yekhelwest bin û vê derfetê ji destê
 
xwe bernedin û eger her kêmasiyek jî hebe, pêwîst e em bidin aliyekî û
 
nekin rêgir li pêşiya xwe, da ku Kurd li her cihekî bigihên armanca xwe.”
 
Hacî wiha got: “Mixabin PKK ji roja ku hatiye damezrandin heta niha jî,
 
serkirde û kadroyên wan ku ez bi xwe ji nêzîk ve ligel wan axivîme, gotinên
 
mezin dikin û ti armanca wan tune ye.”
 
Wî pisporê karûbarê Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê wiha got: “Ji ber ku PKK
 
bê armanc e welatên herêmê karîne PKK bixin bin kontrola xwe û tevgerê bi
 
wan bikin û di berjewendiya xwe de bikarbînin. Lewma pêwîst e partiyên
 
Bakurê Kurdistanê guh nedin PKKê û bo nidestanîna mafê Kurdan û
 
serxistina aştiyê kar bikin.”
 
Hacî wiha domand: “PKK sedema jinavçûna pêvajoya aştiyê û serhildana şer
 
bû li Bakurê Kurdistanê. Herwiha li Rojavayê Kurdistanê jî PKK bê armanc e
 
û tekrewî û dîktatoriyetê dike li wir.”

Nûçeyên têkildar