26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingalî xwe ji PKKê dûr dikin..Nêta wan fêm kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- Endamekî Encumena Bajarokê Şingalê dibêjem xelkê
 
Şingalê xwe ji PKKê dûr dikin, ji ber ku nêta wan eşker bû, lewma niha ew
 
keç û kurên ku PKKê ew revandibûn hinek ji wan reviyane û hatine Herêma
 
Kurdistanê.
 
Qayîmeqamê berê yê Şingalê û Endamê Encumena Bajarokê Şingalê Meyser
 
Hecî Salih ji Malpera KDP.info re ragihand: “Xelkê Şingalê xwe ji PKKê dûr
 
dikin ji ber ku reftarên wan ligel me nagunce û keç û jinên me dibin, lewma
 
xelkê Şingalê bi ti awayî ji wan karên wan nerazî ne.”
 
Salih wiha got: “Di destpêka hatina DAIŞê de xelk neçar bûn berê xwe bidin
 
her cihekî ku xwe rizgar bikin, lê piştre nêta PKKê eşkere bû ji xelkê re û niha
 
xelk ji wan dûr dikevin.”
 
Meyser Hecî Salih wiha domand: “Niha ew keç û kurên ku PKKê ew
 
revandibûn hinek ji wan reviyane û hatine Herêma Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar