26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şanda Kurdistanê civînên xwe ligel Serokmar nirxand

Çavkanî: KDP.info
 
Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda
 
pê re ligel Dr. Fûad Mehsûm Serokmarê Iraqê civiya û di wê hevdîtinê de
 
şanda Kurdistanê civînên xwe ligel berpirsên Iraqê ligel Serokmar nirxand.
 
Di çarçoveya hevdîtinên xwe de di roja duyem li Bexdayê îro Sêşemê
 
Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ligel Dr. Fûad Mehsûm Serokmarê Iraqê
 
civiyan.
 
Di wê hevdîtinê de Serokmar kêfxweşiya xwe bi serdana şanda Herêma
 
Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtina wan ligel berpirsên Iraqê nîşan da.
 
Mehsûm amaje bi wê yekê kir ku ev serdan û hevdîtin dibin sedemek bo
 
çareserkirina nakokî û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê.
 
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya
 
helsengandin û têbîniyên Serokmar derbarê hevdîtinên şanda Kurdistanê li
 
Bexdayê kir û herwiha kurteyek derbarê wan hevdîtinan pêşkêş kir û
 
amadehiya Herêma Kurdistanê bo berdewamiya hevdîtin û gotûbêjên
 
herdu aliyan nîşan da.

Nûçeyên têkildar