26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêwîst e çarçoveyeke nû ji pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê re bê dariştin

Çavkanî: KDP.info
 
Bexda-KDP.info- Şanda Hikûmeta Kurdistanê di hevdîtina xwe de ligel
 
Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî de ragihand ku nabe pêwendiyên
 
Hewlêr û Bexdayê wek niha bimînin û pêwîst e çarçoveyeke nû ji
 
pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê re bê dariştin.
 
Di roja xwe ya duyem de, îro danê sibehê li Bexdayê Serokwezîrê Herêma
 
Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda pê re ligel Serokê Parlamentoya Iraqê
 
Selîm Cibûrî û hejmarek serkirdeyên sunî civiya.
 
Di wê hevdîtinê de behsa pirsa azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstên
 
DAIŞê û paşeroja wî bajêrî hat kirin û herdu aliyan dan zanîn ku pêwîst e
 
xelkê Mûsilê di biyara wê operasyonê de beşdar bin û hevahengiya hemû
 
aliyan bê encamdan, ji ber ku rizgarkirina wî bajêrî ji hemû aliyan re girîng e.
 
Di beşeke din a wê hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa giştî ya Iraqê û
 
pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de hat kirin û Şanda Hikûmeta Kurdistanê
 
ragihand ku nabe pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê wek niha bimînin û pêwîst
 
e çarçoveyeke nû ji pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê re bê dariştin. Herwiha
 
herdu aliyan hêviya çareserkirina nakokiyan xwestin.

Nûçeyên têkildar