Mîranî: Serdana Nêçîrvan Barzanî bi bandor dibe bo çareseriyê

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî di pêşwaziya
Parêzgarê Mûsilê Newaf Agub de ragihand ku serdana Serokwezîrê
Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê pir bi bandor dibe bo çareserkirina
pirsgirêkan û ev serdan piştrast dike ku Kurd aştî û aramiyê ne û dixwazin
kêşe bi diyalogê çarser bibin.
Îro li avahiya Polîtburoya PDKê Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî
pêşwaziya Parêzgarê Mûsilê Newaf Agub kir.
Di wê hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê hat
kirin û gotûbêj li ser rewşa siyasî û ewlehî û serkeftinên Hêzên Pêşmerge di
şerê li dijî DAIŞê de bi taybetî serkeftinên vê dawiyê li Mûsilê bi serperiştiya
Serok Barzanî hat kirin.
Fazil Mîranî herwiha behsa piroseya siyasî serdana Serokwezîrê Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê kir û ew serdan pir bi bandor dibe bo
çareserkirina pirsgirêkan û ev serdan piştrast dike ku Kurd aştî û aramiyê ne
û dixwazin kêşe bi diyalogê çarser bibin.
Piştre Mîranî bi pêwîst zanî ku beriya rizgarkirina Mûsilê rêkeftineke siyasî
di navbera aliyên pêwendîdar de li navçeyê hebe û ti aliyek neyê piştgukirin
û ev yek dibe zemînesazî baş bo pêkvejiyan û aramiyê.




