Mesrûr Barzanî: Derfeta referandumê heye

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî di dema pêşwaziya Parlemanterê Brîtanî Nedîm Zehawî de
behsa piroseya referandunê li Herêma Kurdistanê kir û ragihand ku derfeta
lidarxistina referandumê, heye.
Di wê hevdîtinê de, pêwendiyên herdu aliyan û pêşhatên leşkerî û siyasî yên
navçeyê bi giştî û operasyona Mûsilê bi taybetî hatin gotûbêjkirin û derbarê
wê operasyonê de Mesrûr Barzanî amaje bi gotûbêjên berdewam ên
Herêma Kurdistanê ligel aliyên Iraqê û hevpeymaniya navdewletî bi
serokatiya Amerîka, kir û tekez li ser rêkeftina siyasî bo birêvebirina bajar ji
destê DAIŞê kir.
Her di wê hevdîtinê de behsa pirsgirêk û cudahiyên siyasî û piroseya
lidarxistina referandumê li Herêma Kurdistanê hat kirin û Şêwirmendê
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku derfeta
lidarxistina referandumê, heye.




