Nêçîrvan Barzanî û Ebadî şerê Mûsilê gotûbêj dikin

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê
Iraqê Heyder Ebadî di civînê de ne û ew civîn derbarê rewşa ewlehî û
piroseya rizgarkirina Mûsilê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê de ye.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Bexdayê û niha ligel
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civînê de ye.
Derbarê civînên Serokwezîr, Dizeyî got Nêçîrvan Barzanî tevî her yek ji
Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê û berpirsên din yên Bexdayê dicive.
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînên Barzanî
tevî berpirsên Bexdayê xuya kir serdaneka asayî ye û taybet e bi pirsên
emnî, operasiyona rizgarkirna bajarê Musilê û têkiliyên navbera Hewlêr û
Bexdayê le pêşerojê û hin bebatên din.




