26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xelkê Giwêr û derdora wê vedigirin navçeyên xwe

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Şaxa 23 ya PDKê li Mexmûrê ragihand, êdî xelkê
 
Giwêr û navçeyên derdora wê vedigerin ser mal û halê xwe, lê ji ber ku
 
DAIŞê zoyaneke mezin gihandiye navçeyê, em daxwaz ji Hikûmetê dikin
 
alîkariya wan navçeyan bike û gund û wan navçeyan ava bike.
 
 
Necat Elî Berpirsê Şaxa 23 ya PDKê li Mexmûrê ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Piştî azadkirina gundên sînorê Xazir û Giwêrê ji aliyê Hêzên
 
Pêşmerge ve, niha rewşa wan navçeyan aram bûye û metirsî li ser wan
 
nemaye.”
 
Elî wiha got: “Piştî nemana metirsiyê ji ser Giwêrê niha êdî xelkê vedigerin
 
ser mal û halê xwe û ev yek jî piştevaniyeke mezin dibe bo Hêzên Pêşmerge,
 
lê mixabin DAIŞ navçe wêran kiriye û pêwîst e hikûmet û rêxistin wê
 
navçeyê ava bike û alîkariya xelkê li wir bikin da ku xelk vegerin ser mal û
 
gundên xwe.”

Nûçeyên têkildar