Biro: PYD girtiyên DAIŞ û hikûmetê berdide, lê serkirdeyên me azad nake

Rojavayê Kurdistanê-KDP.info- Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li
Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro PYDê gelek zindaniyên DAIŞê û hikûmeta Sûriyê
azad kirin, lê 30 serkirde û endamên me hêj bernedane.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “PYDê li
Minbicê çekdarên DAIŞê yên ku girtibûn û çekdarên hikûmetê yên ku li
Hesekê girtibûn, berdan.”
Biro wiha got: “PYDê gelek serkirde û endamên me girtine û berdewam e li
ser girtina kadirên me û niha 5 serkirde û 25 endam û kadirên me di
zindanên PYDê de ne û wan azad nake.”




