Îro Nêçîrvan Barzanî serdana Bexdayê dike

Hewlêr-KDP.info- Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji
malpera KRG xuya kir îro Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
bi serokatiya şandekê serdana Bexdayê dike û tevî berpirsên Hikûmeta
Federal dicive.
Derbarê civînên Serokwezîr, Dizeyî got Nêçîrvan Barzanî tevî her yek ji
Heyder Ebadî Serokwezîrê Îraqê û berpirsên din yên Bexdayê dicive.
Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê naveroka civînên Barzanî
tevî berpirsên Bexdayê xuya kir serdaneka asayî ye û taybet e bi pirsên
emnî, operasiyona rizgarkirna bajarê Musilê û têkiliyên navbera Hewlêr û
Bexdayê le pêşerojê û hin bebatên din.




