26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Keval: Bi siyaseta PYDê Rojava pêş nakeve..Siyaseta Tirkiyê şaş e

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Akadimisyon û şirovekarê siyasî Dr. Mûsa Keval dibêje,
 
armanca operasyona Mertala Furatê ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve li ser
 
Cerablusê ve, tevî ku li DAIŞê da, lê armanca wê ya sereke ne DAIŞ e û
 
pirsgirêka saykolojî ya Tirkiyê li dijî kurdan heye.
 
Dr. Mûsa Keval ji malpera KDP.info re ragihand: “Tirkiyê bajarê Cerablus ê
 
Rojavayê Kurdistanê kontrol kir û çû nav welatekî din ku ev yek tiştekî
 
neyasayî ye, lê Tirkiyê naxwaze herêmên Rojavayê Kurdistanê bigihên hev û
 
armanca Tirkiyê ne DAIŞ e.”
 
Keval wiha got: “Tirkiye naxwaze li Rojavayê Kurdistanê herêmeke federal û
 
deselatekî serbixwe ava bibe, lê ji Tirkiyê re pir girîng e ku wek Başûrê
 
Kurdistanê rêveberiyek li Rojavayê Kurdistanê jî çêbibe. Lê Tirkiyê bi vê yekê
 
şaşîtiyekê dike ji ber ku heta heta PYDê deselat li wir namîne. PYDê sedema
 
vê pirsgirêkê ye û siyaseta wê jî sedem e ku Rojavayê Kurdistanê pêş
 
nakeve.”

Nûçeyên têkildar