26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bergiriyê li mafê Kurdan li herçar perçên Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî siyasî dibêje, Hêzên Pêşmerge li çeperan
 
bergiriyê li mafê gelê Kurdistanê dikin û Serok Barzanî jî li ser asta
 
navdewletî dibêje, niha Serok Barzanî dikare rola serkirdatiya hemû kurdan
 
bibîne û pirsgirêka hemû kurdan li welatên din çareser bikin.
 
Çavdêrê siyasî û mamosteyê zanîngehê Dr. Salih Mela Umer ji malpera
 
KDP.info re ragihand: “Serdana Serok Barzanî bo derve, xwedî giringiyeke
 
pir mezin e, ji ber ku li Rojhilata Navîn lîstikeke siyasî nû tê kirin, bi taybetî
 
di navbera Îran û Tirkiye de ku niha nêzîkî hev bûne, lewma hinek
 
siyasetmedar dibînin ku ev guhertin Herêma Kurdistanê ber bi serxwebûnê
 
ve dibe. Dema Serok Barzanî jî serdana Tirkiyê kir ji wan re ragihand ku
 
Herêma Kurdistanê metirsiya wê li ser ti welatekî tune ye û dibe sedemek
 
ku pirsa kurd li Bakur û Rojavayê Kurdistanê çareser bibe, ew jî bi riya siyasî
 
ku di berjewendiya hemû aliyan de be.”
 
Mela Umer wiha got: “Niha Serok Barzanî dikare rola serkirdeyê hemû
 
Kurdan bibîne û pirsgirêka wan herçarperçeyan çareser bike.”
 
Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Ji aliyê dîplomatîk eger em berê xwe bidin wê
 
serdanê, û wê pêşwaziya ku li Serok Barzanî hat kirin, ne wek pêşwaziya li
 
Serokê herêmekê bû, lê belê wek serokmarê welatekî pêşwazî lê hat kirin,
 
lewma ev yek cihê dilxweşiyê ye ku Serok Barzanî dikare temamkerê xebat
 
û qurbanîdana Hêzên Pêşmerge be bo peydakirina mafê Kurdistanê û li ser
 
asta navdewletî jî Serok Barzanî dikare bergiriyê li mafê gelê Kurdistanê
 
bike li herçar perçên Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar