26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Hewlêr û Bexda nêzîk gotûbêjên leşkerî dikin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
 
ragihand ku di demk nêzîk de civînên leşkerî dê di navbera her du aliyan de
 
destpê bikin, lê gelek giring e di warê siyasî, ewlehî, civakî, avadankirin û
 
mirovî de ji bo Mûsilê pilaneke zelal hebe.
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja înê 26.08.2016ê li
 
bajarê Hewlêrê, pêşwazî li sanatorê partiya Komarî yê wîlayeta Teksasê
 
John Corniyn  û şandeya pê re kir û senatorê amerîkayî kêfxweşiya xwe li
 
hember serdana bo herêma Kurdistanê nîşan da, mêrxasî û serkeftinên
 
pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorê û têkşikanidna efsaneya
 
terorîstên DAIŞê ji aliyê pêşmerge ve bilind nirxand û bi navê gel û hikûmeta
 
Amerîkayê sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku, pêşwazî li
 
hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan kiriye, hewaninde û xizmeteke
 
baş jê re kirye.
 
Şandeya Amerîkayê behsa operasyona azadkirina bajarê Mûsilê kir û bi
 
pêwîstî zanî ku di navbera Hewlêr, Bexda û hevpeymanan de hevkarî û
 
hevahengiyeke baş hebe bi awayekî ku ew dilgraniya xelkê Mûsilê û aliyên
 
Sune heye nemîne û mafê timama aliyan parastî be. 
 
Senatorê wîlayeta Teksasê got ku di dema operasiyona azadkirina Mûsilê de
 
tê çaverêkirin ku gelek kes koçber bibin û ber bi herêma Kurdistanê bên
 
lewra pêwîste, di vî warî de, civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma
 
Kurdistanê bike.
 
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û têbîniyên senatorê partiya Komarî yê
 
wîlayeta Teksasê kir û got ku Herêma Kurdistanê hertim pêşwazî li
 
lêqewmiyan kiriye û dike, lê îmkanên Herêma Kurdistanê txûbdarin, ji ber
 
hindê pêwîste civaka navdewletî û bi taybetî Amerîka lêbixebite ku, zêdetir
 
alîkariya herêma Kurdistanê bike. Serokwezîr sipasiya welatên
 
hevpeymanên dijî DAIŞê û bi taybetî Amerîkayê kir ku her ji destpêka êrîşên
 
DAIŞê alîkariyên leşkerê pêşkeşî Herêma Kurdistanê kirine.
 
Li dor têkeliyên navbera Kurdistan û Iraqê jî de, Nêçîrvan Barzanî tekîd kir
 
ku, Herêma Kurdistanê amade ye bi rêya dyalog û danûstandinan tev
 
pirsgirêkên bi Bexdayê re hene çareser bike û  eşkere kir ku, ji bona zêdetir
 
hevahengiyê, di demk nêzîk de civînên leşkerî di navbera her du aliyan de
 
dê dest pê bikin, lê gelek giring e di warê siyasî, ewlehî, civakî, avadankirin û
 
mirovî de ji bo Mûsilê pilaneke zelal hebe.
 
Serowkezîr got ku, pêşmergeyê Kurdistanê li derdûra Mûsilê serketinên
 
mezin bi dest xistine û ji bo azadkirina bajêr û deverên jêr destê terorîstên
 
DAIŞê gelek eniyên nû vekirine.

Nûçeyên têkildar