26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em rê nedin karesatên berê li Îraqê dubare bibin

Çavkanî: KDP.info

Bi amadebûna Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, konfrensa neft û gazê, duhî roja duşemiyê 03.12.2012ê li bajarê Hewlêrê dest bi kar û çalakiyên xwe kir.

 

Di konfrensê de ku, ji aliyê wezareta samanên xwezayî  û grupa CWC ve hatibû amade kirin, rêveberê konfrensê behsa giringiya sazkirina konfrensa neft û gazê li Hewlêrê, rewşa neft û gazî li cîhanê û cîyê herêma Kurdistan û Îraqê li ser nexşeyê enerjiya cihanî kir û ew aliyên erênî yên geran û deranîna neftê li herêma Kurdistanê û ew astengiyên di vî warî de têne pêş, dest nîşan kirin.

 


Di konfrensa neft û gazê de ku, Roj Nurî Şawîs cîgirê serokwezîrê Îraqê, Selahedîn cîgirê wezîrê enerjiyê yê Tirkiyeyê, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî yê herêma Kurdistanê û hijmareke kompaniyên neftê, sefîr, konsul û nûnerên welatên biyanî amade bûn, Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir.

 

Barzanî di peyva xwe de behsa warê berhemanînan neftê li herêma Kurdistanê kir û got ku, herêma Kurdistanê li ser nexşeya cîhanî a berhemanîna enerjiyê da ye û daxwaz kir ku, qanûna neft û gazê a Îraqê di çarçoveya destûra Îraqê de li parlamentoya Îraqê bê pesind kirin:

- Neft û gaza Kurdistanê dê rêya xwe bo bazarên cîhanê, di çarçoveya wê pilana me danaye, bibîne.

 

- Di dîroka hevçerxa Îraqê de, bi taybetî di Îraqa serdema dikatatoriyê de, samanên xwezayî û dahatiyê neftê bo kirîna çek û cebilxane û qirkirina hevwelatiyên Îraqê û êrîşkirina ser welatên cîran dihate bikaranîn. Îro hikûmeta herêma Kurdistanê dixwaze, di guhertina wê sîstema şaş de rol bilîzs e. Me biryar daye rê nedîn ku, ew karesatên berê li Îraqê bi ser îraqiyan da hetine careke din dubare bibin.

- Mixabin, Bexda dixwaze hertim pirsa budce û neftê weke karteke fişarê dijî herêma Kurdistanê bikar bîne.

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de got ku, ew li hember paşeroja herêma Kurdistanê bo binyatdanan herêmeke aşitîxwaz, xweşjiyanî û aboriyeke geş geşbîn in.

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev jî ragihand: Em dijî hemû daxwiyanyekîne kû behsa despêkirina şerê Kurd û Ereban bike, em vê  bi hemû şêweyekî ret dikin û tevahiya şoreşên Kurdan jî xwe ji vê yekê parastiye, belê mixabin, serok wezîrê federal di kongireyekî rojnamevanî de, ew gotin kiriye û ew gotineke gelek xirabe, ev jî derdixe kû em weke Kurd ne gefin bo ser yekparçetiya Iraqê, belê ev reftar mezintirîn gefinle ser yekbûna axa Iraqê.

 

Derbarê bi çekbûna sûpayê Iraqê jî got kû: Em ne dijî pirçekbûna sûpayê Iraqê ne, belê em dixwazin dilniya bin ka ev çek bû çine, çûnkî di bûriyên xwe de me gelek qurbanî daye, em tekez dikin kû Herêma Kurdistan ne xwazyarê ti kêşeyekî ye, belê em dixwazin bi rêyên gotûbêjan li ser bingehê destûrî kêşeyên xwe çareser bikin.

Nûçeyên têkildar