Serokayetiya Kurdistanê sersaxî li kesukarê qurbaniyên erdheja Îtalya kir

Hewlêr-KDP.info- Serokayetiya Herêma Kurdistanê serxweşiyê li kesukarê
qurbaniyên erdheja Îtalya kir.
Berî sibehiya roja çarşemê 24.08.2016 li encama erdhejeke bihêz ya nêzîkî
Roma ya paytexta Îtalya hejmareke zêdeyê hemwelatiyan canê xwe ji dest
dan û sedan kes jî birîndar bûn û ziyaneke zêdeyê maddî jî pêkhat.
Bi sedema vê karesata diltezîn bi navê xwe û gelê Kurdistanê serxweşiyê li
gel û Hikûmeta Îtalya ya dost û kesukarên qurbaniyên vê rûdana xemgîn
dikîn û hevsozê xemên wanîn. Hêviya başbûnê ji bo birîndarên vê rûdanê
dixwazîn û ruhê qurbaniyan şad bê.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25.08.2016




