26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mehmûd Mihemed: Li cîhanê pêşwaziyeke baş li bijardeya Kurdan tê kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Endamê Polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed ragihand
 
ku, li ser asta navdewletî pêşwaziyeke baş li bijarde û daxwazên netewa
 
Kurd dike û tişta ku tê gotin ku çend welat li dijî daxwazên netewî yên Kurdî
 
ne, di rastiyê de ne dijî wê ne, lê belê nêrîna xwe dane û red nekirine.
 
Îro Endamê Polîtbîroya PDKê Mehmûd Mihemed pêşwazî li şandeke
 
parlemanterên PDK û Frakisyona Hewlêrê ya Turkmanî kir.
 
Di wê civînê de, Mehmûd Mihemed tekez kir ku li ser asta navdewletî
 
pêşwaziyeke baş li bijarde û daxwazên netewî yên Kurdî tê kirin û tişta ku tê
 
gotin ku çend welat li dijî daxwazên netewî yên Kurdî ne, ne rast e û ew ne
 
ki dijî ne, lê belê nêrîna xwe dane dibêjin gerek pêş û paşî bê kirin.
 
Her di vê serdanê de, behsa serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtinên
 
wî ligel berpirsên wî welatî hatin gotûbêjkirin û ew serdan bi girîng û
 
berhemdar hat dîtin.

Nûçeyên têkildar