Mistefa Şefîq: Serdana vê carê ya Serok Barzanî cuda ye

Hewlêr-KDP.info- Pisporekî karûbarê Tirkiye û Sûriyê dibêje, ji welatan re û
bo welatan û hemû hêzan yekalî bûye ku bi bê serok Barzanî pirsgirêkên
navçeyê çareser nabin, lewma daxwaz jê dikin wî karî bike. Herwiha dibêje,
serdana vê carê ya Serok Barzanî cudatir e.
Mistefa Şefîq ji malpera KDP.info re ragihand: “Guhertinên ciddî di bi rê de
ne, wek pêwendiyên Rûsya û Îran, Tirkiye û Îran, Tirkiye û Sûriye, Tirkiye û
Îsraîl, ku pêwendiyên wan gihîştibûn asteke pir xerab, lê pêwendiya Herêma
Kurdistanê bi Tirkiyê re pir baş bû û gelek pirsgirêkên Tirkiyê jî hene, lewma
pêwîstiya Tirkiyê bi Herêma Kurdistanê heye bi taybetî jî bi Serok Barzanî, ji
ber ku Tirkiye jî dizane ku Serok Barzanî sedemek e bo başbûna
pêwendiyan, herwiha gelek pirs hene ku pêdviya wan bi çareseriyê hene,
wek Rojavayê Kurdistanê û pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û operasyona Mûsilê.”
Şefîq wiha got: “Ev serdana Serok Barzanî giringtir e ji serdanên berê, ji ber
ku welatan gelek hewl dan bo çareserkirina pirsgirêkan, lê hewlên wan ser
negirtin. Niha jî ji wan re eşker bûye ku pir zehmet bê Serok Barzanî ti
pirsgirêkek çareser bibe û ew jî gihîştine vê baweriyê.”




