26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Duyemîn konferansa neteweyî ya jinên her çar parçeyên kurdistanê li Hewlêrê tê li darxistin

Çavkanî: KDP.info

Duyemîn konferansa neteweyî ya jinên her çar parçeyên kurdistanê li Hewlêrê tê li darxistin
Duyemîn konferansa neteweyî ya jinên her çar parçeyên kurdistanê li jêr durşma " hemahingî û yekîtîya jin bo yekîtîya neteweyî " li hola Se'ed Ebdullah li bajêrê Hewlêrê paytexta herêma kurdistanê bi amadebûna nûnerên jinên part û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê dest pê kir û bo maweyeka dûr û dirêj berdewam dibe.


Ev konferansa han jî bi pişkdarîya 206 endam, ku jê 103 endam ji başûrê kurdistanê û 103 endam jî ji parçeyên dinên kurdistanê û derveya welêt dest bi karên xwe kir.
Di evê konferansê de kesên bi nav û deng wek Layla Zana û bi çendîn parlîyamentên bakurê kurdistanê tê de pişkdar dibin.
Wek tê xuyakirin ku sala çûyî ev konferansa han li bakurê kurdistanê hat li darxistin.
 

Nûçeyên têkildar