Serok Barzanî: Guhertineke mezin li navçeyê di rê de ye

Enqere-KDP.info- Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtinên Enqerê de
mijarên tekoşîna li dijî DAIŞê, pêvajoya aştiyê û dibistanên Gûlen, hatine
gotûbêjkirin û ragihand ku, guhertineke mezin li navçeyê di rê de ye.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Enqerê derbarê naveroka
hevdîtinên xwe yên ligel rayadarên Tirkiyê de, kongireyeke rojnamevanî saz
kir.
Serok Barzanî di wê kongireyê de ragihand: “Ev serdana me bo Tirkiyê li ser
vexwendina Serokmarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bû û duhî me civînên
girîng ligel wî û ligel Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yilidrim û çend berpirsên din
ên Tirkiyê lirdar xist.”
Derbarê naveroka wan civînan, Serok Barzanî ragihand: “Me behsa
pêwendiyên dûalî yên Kurdistan û Tirkiyê di warê abûrî, ewlehî û
pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir. Em yeknêrîn bûn ku pêwîst e em û
Enqere berdewam bin li ser gotûbêj û hevahengî û zêdekirina pêwendiyên
me ligel hev ji hemû aliyan ve.”
Serokê Herêma Kurdistanê wiha got: “Niha demeke hestiyar e bo hemû
aliyan û min bi pêwîst zanî ku behsa hemû waran bikin. Herwiha min
serkeftina li dijî kudetayê li Erdogan û gelê Tirkiyê kir û min sersaxî ji
malbatên qurbaniyên wê kudetayê re xwest.”
Şerê Mûsilê mijarekî din a civîna Serok Barzanî û berpirsên Tirkiyê, derbarê
vê yekê de Serok Barzanî wiha got: “Şerê DAIŞê yek ji mijarên herî sereke yê
civînan û me lihev kir li ser wê yekê ku em çawa hevkar bin li dijî wê
rêxistina terorîstî.”
Serok Barzanî diyar kir ku pêvajoya aştiyê jî mijarek din ê pir giring e. Lê
diyar e ku ji bo wê hê jî dem pêwîst e û wiha axivî: “Niha dem û karek
zêdetir pêwist e. Lê mixabin di vê dema dawiyê de tiştên gelek nexweş
rûdane. Lê em hêvîdar in ku di rojên pêş de careke din pêvajoya aştiyê
destpê bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd daxuyand ku di hevdîtinan de mijara
dibistanên nêzîkê Tevgera Gûlen jî hatine gotûbêjkirin û diyar kir, ku aliyan
li ser çareseriyekê guncaw lihev kirine ku ziyan negehe xwendekarên
Herêma Kurdistanê.




