26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bi germî li Tirkiyê hat pêşwazîkirin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel şandekî li ser
 
vexwendineke fermî ya Serok Komarê Tirkiye serdana welatê Tirkiye kir û li Firokxaneya
 
Navdewletiya Ankara ji aliyê Ferîdun Sinirlioglu Cîgirê Wezîrê Derveyê Tirkiyê ve hate
 
pêşwazî kirin.
 
Êvariya heman rojê Serok Barzanî li gel Receb Tayyip Erdogan Serok Komarê Tirkiyê li
 
Koşka Komarî ya Tirkiye civiya.
 
Li civînê de ku Wezîrê Derve û Wezîrê Uze(Enerji) û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta
 
Tirkiyê amade bûn, Serok Komarê Tirkiye xweşhaliya xwe bi serdana Serok Barzanî
 
nîşanda û her wiha spasî Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku li kudetaya Tirkiyê de
 
hevsoziya Hikûmet û gelê Tirkiye bûne û li gotarek da naveroka kudetaya şikest xwariya
 
meha derbasbûyî ya Tirkiyê şîrove kir.
 
Di beşekî dinê axaftina xwe de Serok Komarê Tirkiye behsa peywendiyên di navbera
 
welatê xwe û Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser berfireh kirina peywendiyan bi taybetî
 
li warê aborî ya di navbera her dû aliyan kir.
 
Her li vê kombûnê da behsa şerê terorîstan li Iraq û Sûriye û gef û guherîna taktîka
 
terorîstan û bikaranîna zarokan ji bo karê terorîstiyê kir û hengavên azadkirina bajarê
 
Musilê guftûgo kirin.
 
Rewşa giştî ya navçeyê û guhertinên Herêmî û navdewletî mijareke dinê civîna di
 
navbera Serok Barzanî û Serok Komarê Tirkiyê bû.
 
Êvariya heman rojê Serok Barzanî li Koşka Çankaya ji aliyê Bînalî Yildirim Serok Wezîrê
 
Tirkiyê ve hate pêşwazî kirin. Li hevdîtinê de ku Wezîrê Uze û Cîgirê Wezîrê Derveyê
 
Tirkiye û hejmarek şêwirmendên Hikûmeta Tirkiye amade bûn Serok Barzanî pîrozbahiya
 
serkeftina îradeya gelê Tirkiye li beranber kodetaçiyan kir û ji bilî balkişandina li ser
 
rewşa aloza navçeyê û êrîşên terorê û gefên li ber gelên navçeyê hevkarî û karê hevbeşê
 
her dû aliyan ya ji bo pêkanîna aştî û aramiyê bi pêwîst zanî.
 
Her li vê kombûnê da pêşxistina peywendiyên bazirganî û aboriyên di navbera Herêma
 
Kurdistan û Tirkiye xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser hemahengî û peywendiyên
 
her dû aliyan ya li warên cûda cûda de kirin.
 
Li beşekî dinê hevdîtinê de di derbarê çawayiya rûbirûbûna Da'îş de danustandina bîr û
 
ramanan kirin. Piştî vê kombûnê, Serok Barzanî û Serok Wezîrê Tirkiye li civîneke dû qolî
 
da rewşa siyasî ya navçeyê nirxandin. Li dawiya kombûnê da jî şîvek li ser şerefa Serok
 
Barzanî ji aliyê Serok Wezîrê Tirkiyê ve bi amadebûna hejmareke zêdeyê berpirsên siyasî
 
û hikûmî yê Tirkiye hate saz kirin.
 
Li vê serdanê da Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Sefîn
 
Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li gel Serok Barzanî pêkanîbûn.

Nûçeyên têkildar