Ocalan: Serdana Barzanî dîrokî ye..Pêvajoya aştiyê destpê dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çû Tirkiyê û dê
ligel berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive. Siyasetmedarekî kurd jî dibêje,
ew serdan di dema xwe de bû û di wê serdanê de dê gelek tiştên girîng bên
behskirin, hevdem dibe sedema destpêkirina pêvajoya.
Siyasetmedarê Kurd Osman Ocalan ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev
serdana Serok Barzanî bo Tirkiyê di demeke pir girîng de ye, ku li Tirkiyê
kudeta çêbû û hinek pirsgirêk û alozî hene. Ji aliyekî din ve, Rojava û Bakurê
Kurdistanê şerê DAIŞê dikin û li Bakur şerê PKK û artêşa Tirkiyê heye.
Lewma bo çareserkirina pirsgirêkan pêwîst e hinek pêngavên siyasî bên
avêtin û rêkeftin di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de pir girîng e, bo
çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha li Başûr behsa dewleta Kurdistanê tê
kirin û ew serdan pêngavek dibe ku herdu alî 2 cîranên baş bin. Lewma ev
serdan dîrokî ye û deriyê çareserkirina pirsgirêkan vedike.”
Osman Ocalan: “Serok Barzanî cara yekê roleke mezin dît di destpêkirina
pêvajoya aştiyê de, niha jî hewl dide ku ew piroje were nûkirin û careke din
Bakurê Kurdistanê aram bibe, lewma pêwîst e PKK piştgiriya Serokê Herêma
Kurdistanê bike û alîkariya wî bike.”




