26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Konsulê Rûsya: Kurdistan biryara serxwebûnê bide, emê ligel bin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Konsulê Giştî yê Rûsya li Hewlêrê Îvgînî Erçintsyîv di hevpeyvînekê de
 
ligel PDK.info re behsa rewşa niha ya Kurdistanê û eniyên şer û hewlên hevpeymaniya
 
navdewletî di şerê DAIŞê de dike û dibêje, bêguman gelê Kurdistanê çi biryarê li ser
 
çarenivîsa xwe bide, emê ligel wê biryarê bin.
 
Siyasetek li pişt DAIŞê heye
 
Di wê hevpeyvînê de ligel KDP.info, Îvgînî Erçintsyîv ragihand: “DAIŞ rêxistinekî
 
metirsîdar e û siyasetek li pişt DAIŞê heye. Nêrîna Rûsya jî ev e bo DAIŞê û em dibêjin ku
 
rêxistineke terorîstî ye. Ez bawer nakim sedema derketina DAIŞê tenê Iraq û Sûriyê be û
 
DAIŞ rêxistineke berfirehtir e ji yak u em hest pê dikin û herwiha pir aloz e.”
 
Şerê Kobanî dilê min êşand
 
Di bersiva pirsa ku ew hest dike ku cudahiyeke mezin di navbera Amerîka û Rûsya de
 
heye di rûbirûbûna DAIŞê de, û ew cudahî çi ye bi nêrîna Rûsya? Îvgînî Erçintsyîv wiha
 
got: “Di derbarê şerê DAIŞê de cudahî di navbera Rûsya û hevpeymaniya navdewletî bi
 
serokatiya Amerîka tune ye, lê cudahî di navbera wan de heye li ser hin girûpên çekdar
 
ku Rûsya wan jî wek terorîst dibîne lê Amerîka piştgiriya wan dike. Rûsya wan dibîne
 
terorîst ji ber ku ew neamade ne şer rawestînin û ligel Hikûmeta Sûriyê diyalogê bikin. Ez
 
ne wek dîplomatkar, lê belê wek mirov gelek tişt li Sûriyê min dêşînin, wek şerê Kobanî
 
ku dilteng bûm ku Artêşa Sûriyê alîkariya hêzên nava Kobanî nekir û wê yekê gelekî dilê
 
min êşand.”
 
 
Rûsya rêzê li îradeya xelkê Kurdistanê digire
 
Konsulê Rûsya li Kurdistanê derbarê Herêma Kurdistanê wiha domand: “Di serî de ez
 
dixwazim bêjim ku me alîkariyên leşkerî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kirine û emê
 
berdewam bin jî li ser alîkariya wan ji ber ku dijminê me yek e û Hêzên Pêşmerge li ser
 
erdê şerê wî dijminê dikin. Derbarê siyaseta Rûsya li hemberî Herêma Kurdistanê jî, em
 
heta niha jî dibînin ku Herêma Kurdistanê beşek e ji Iraqê û di rastiyê de wisa ye, lê wek
 
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Begdanov ragihandibû ku Rûsya rêz li îrade û nêrîna
 
xelkê Kurdistanê digire ku her demekê biryarê li çarenivîsa xwe bidin û bêguman emê
 
ligel wê biryarê bin ku xelkê Kurdistanê hilbijêre.”
 
 
Kurd û Kurdistan dê biser kevin
 
Îvgînî Erçintsyîv derbarê pirsa ku eger Kurd biryara xwe bidin dê Rûsya piştgiriya wan
 
bikin? ragihand: “Belê Kurdistan dikare cuda bibe û pişta xwe bi Rûsya girêde û her
 
biryarek ku xelkê Kurdistanê bidin dê Mosko rêz jê re bigire ji ber ku baweriya me bi
 
yasayên navdewletî heye û emê wê demê hevpeymaniya xwe ligel Kurdistanê bihêztir
 
bikin û niha jî Kurdistan hevpeymaniyê me ye. Îro Kurd li Rojhilata Navîn rastiyek û
 
fakterekî serekî ne û rojane bihêztir dibin û em jî kar ligel rastiya ser erdê dikin û eger
 
em piştgiriya biryara Kurdistanê bikin emê wê demê biryareke di cihê xwe bidin. Niha
 
Kurd û Kurdistan li hemû cîhanê bûne xwedî cih û pêgehekî taybet û li hemû welatên
 
cîhanê bi şanazî behsa Kurdistanê tê kirin. Ev rewşa niha jî dê ber bi guhertineke mezin
 
ve biçe û hemû amaje didin xuyakirin ku Kurd û Kurdistan dê di lîstikê de biser bikevin,
 
lewma pêwîst e ev soz û hevxemiya cîhanê bo Kurdistanê, bê parastin û zêdetir jî bibe.”

Nûçeyên têkildar