Serok Barzanî çû Tirkiyê

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser
vexwendina Serokomarê Tirkiyê, di çarçoveya serdaneke fermî de ji
Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ve ber bi Tirkiyê birêket.
Îro Sêşema 23.08.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li
çarçêweya serdanekî fermî û li ser vexwendina Serok Komara Tirkiye li gel
şandekî li rêya Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ber bi welatê Tirkiye bi
rêket.
Li vê serdanê da Serok Barzanî li gel Serok Komarê Tirkiye û Serok Wezîr û
berpirsên bilindên wî welatî komdibe. Armanca serdanê nirxandina
peywendiyên siyasî û aboriyên her dû aliyan û guhertin û pêşhatên
siyasiyên navçeyê dibe.
Li vê serdanê da Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma
Kurdistanê û Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê şanda li
gel Serok Barzanî pêktînin.




