Ragehandinên cîhanê: Kurdên Îraqê daxwaza avakirina dewleta xwe dikin

Gelek sazî û dezgehên ragehandinê rapirsiyên cuda saz kirîne û di encam da gehiştine wê baweriyê ku êdî çi binaxa sîstemê fîdiralî li Îraqê nemaye û kurdên Îraqê daxwaza dewleta xwe dikin.
Ajansa BBC di raporteka xwe da amaje bi wê yekî dike ku gefên Malikî û helwestî wî li hember herêma Kurdistana Îraqê bo kurdên Îraqê ew yek selmand ku çu ciyawazî di navbera wî û hizra sedam da nîne, çunku carê Malikî bi temamî bi hêz jî nebûye lê pişta xwe da sozên xwe û gefa şerî li kurdan dike û niha piraniya serikirdeyên kurd û heta yên Îraqê jî gehiştine wê baweriyê ku êdî sîstemê fîdiralî û pêk vejiyanê li Îraqê tûşî şkestinê hatî ye û kurdên Îraqê niha daxwaza cudabûnê ji Îraqê û avabûna dewleta xwe dikin û li rapirsiya ku ajansay BBC jî encam daye ew yek bi temamî aşikira bûye.
Rojnamaya Washington Post jî di raporteka xwe da sebaret bi aloziya li Îraqê û helwestê Malikî diyarkir ku Malikî bi gefên îranê bizava wê yekê dike nehêle kurdên Îraqê piştevaniya birayên xwe yên kurd li sûriyê bikin û ji ber wê yekê jî hêzên operasîwnên Dîcle hatine avakirin û ew helwestê Malikî bo egerê jinavçûna sîstemê fîdiralî û pêk vejiyanê li Îraqê da û niha êdî piraniya îraqiyan jî gehiştine wê baweriyê ku bi wî rengî berdewam nabe û renge ew helwestê Malikî bibe egerê parçebûna Îraqê.
Malperê Elerebî ye jî diyarkirî ye ku helwestê Malikî wesa kir kurdên Îraqê li hember Malikî bibine yek helwest û niha daxwaza civakê kurdî li Îraqê ewe ku dewleta kurdî bihête ragehandin û li aliyê dî piraniya dezgehên ragehandinên turikiya jî behsê wê yekî dikin ku Malikî divêt wek sedamî Kurdistana îraqî dagîr bike û li hember wê yekê kurdên Îraqê jî bi mafê xwe yê siruştî dizanin ku ji Îraqê cuda bibin û niha ji her demekî dî zêdetir rewşa cîhanî bo hindê guncaye û renge turikiya jî dijberiya avabûna dewleteka kurdî li Îraqê neke.
Evro




