Fransa: Pêwîst e cîhan û navçe sûd ji ezmûna Serok Barzanî werbigirin

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtina xwe de ligel Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî de, Konsulê Fransa li Hewlêrê ragihand ku pêwîst e cîhan û
navçe sûd ji ezmûna Serok Barzanî werbigirin.
Roja Dûşemê 22-8- 2016 li Selahedîn, Serok Barzanî Pêşwazî li Konsulê
Fransa li Hewlêrê Alan Kîpgat kir.
Di wê hevdîtinê de, Konsulê Fransa li Hewlêrê ku dawiya erkê wî yê
dîplomatîk li Hewlêrê hatiye, herçar salên xwe li Kurdistanê bi 4 salên girîng
di jiyana xwe de wesif kir û pesnê ferhenga mêvandarî û pêkvejiyan û
vekirina gelê Kurdistanê da. Herwiha wesfê Hêzên Pêşmerge û dezgehên
ewlehiyê yên Kurdistanê da ku asayişa xelkê û biyaniyan diparêzin.
Konsulê Fransa behsa rola Serok Barzanî di şerê li dijî terorê û çareserkirina
pirsgirêkan de kir û ragihand ku pêwîst e cîhan û navçe di derbaskirina şerê
terorê û hevrikiyên mezhebî û navçeyî de sûdê ji ezmûna Serok Barzanî
werbigirin.
Li hember de jî Serok Barzanî spasiya rola Konsulê Fransa li Herêma
Kurdistanê kir, ew jî di berfirehkirina pêwendiyên herdu aliyan de û hêviya
serkeftinê jê re xwest, herwiha sipasiya serok û gelê Fransa kir ku di rojên
dijwar de alîkarê Herêma Kurdistanê bûne.




