26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Almanya berdewam dibe li ser şandina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info
 
Ajans-KDP.info- Çavkaniyekê ji Hikûmeta Almanya ragihand ku welatê wî dê
 
berdewam be li ser şandina alîkariyên leşkerî bo Hêzên Pêşmerge.
 
Malpera Kurd Press a Îranî nûçeyeke Spotnîk a Rûsî belav kiriye ku tê de
 
Berdevkê Hêzên Artêşa Almanya li Iraqê Robert Habrmen eşkere dike ku
 
jibilî karwanê hefteya borî ji çek û teqemeniyên Almanya bo Hêzên
 
Pêşmerge di paşerojeke nêzîk de çendîn karwanên din ji alîkariyên leşkerî
 
bişîne Herêma Kurdistanê.
 
Tê zanîn, ku welatê Almanya hefteya borî karwanekî 70 tonî ji çek û
 
keresteyên leşkerî şand Herêma Kurdistanê ew jî wek piştevaniya leşkerî ya
 
welatê xwe bo Hêzên Pêşmerge di jinavbirina DAIŞê.

Nûçeyên têkildar