Serokatiya Kurdistanê li ser serdana Serok Barzanî bo Îranê daxuyanî da

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Fermî yê Serokatiya Herêma Kurdistanê raya
giştî agahdar kir ku vexwendineke fermî gihîştiye Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî û Serok Barzanî ew vexwendin qebûl kiriye, lê wek di
daxuyaniyê de hatiye, tenê maye ku demeke guncay bo herdualiyan bê
diyarkirin.
Ev demeke li medyayê da daxuyanî û nirxandinên cûr bi cûr di derbarê
serdana birêz Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Komara Îslamiya Îranê
têne kirin.
Ji bo zêdetir zelalkirina raya giştî radigihînîn ku cenabê Serokê Herêma
Kurdistanê vexwendinnameyek ji Komara Îslamiya Îranê wergirtiye û rêzdar
jî vê vexwendinê qebûl kiriye. Tenê eve maye demeke guncaw ji bo her dû
aliyan bê diyar kirin.
Dr. Umêd Sebah
Berdevkê Fermî yê Serokayetiya Herêma Kurdistanê
22.08.2016




