Hewramî: Rewşa navçeyê dewletan ber bi rêkeftineke nû dibe

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê îro li Pîrmam
pêşwazî li Serkonsulê Çînê Ciyan Fang Nîng kir û di wê hevdîtinê de ragihand
ku ceyopolîtîka navçeyê dewletan ber bi rêkeftineke nû dibe.
Hewramî nêrîna PDKê derbarê rewşa navçeyê bi giştî ji Serkonsulê Çînê re
zelal kir û got ku hemû qurbaniyên kurdan bo aştî û asayişa navçeyê ne bi
taybetî Herêma Kurdistanê û bo demokrasî û mafê wan e.
Hewramî amaje bi wê yekê kir ku, rewşa navçeyê dewletan ber bi
rêkeftineke nû dibe û sînor bên guhertin.
Serkunsulê Çînê jî bi boneya salvagera damezrandina PDKê û jidayikbûna
Serok Barzanî pîrozbahiyeke gerim pêşkêşî hemû endamên PDKê kir û
ragihand ku Çîn kar dike bo bihêzkirina pêwendiyên xwe ligel Herêma
Kurdistanê.




