Hikûmeta Kurdistanê teqîna Dîlokê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê di peyamekê de
teqîna bajarê Dîlokê, şermezar dike û sersaxiyê li malbatên qurbanî û
birîndarên bûyerê dike.
Ev li jêr teksta daxuyaniya hikûmetê:
Em, wê kiryara terorîstiya duhî li bajarê Dîlokê hatî encam dan û hijmareke
zêde ji xelkê sivîl û bêguneh kirin qurbanî, bi dijwarî şermezar dikin. Em
sersaxiyê li malbatên qurbaniyan, gel û hikûmeta Tirkiyeyê dikin û hêviya zû
çakbûnê ji bo birîndaran dixwazin.
Ev kiryara hovane ya terorîstan û kiryarên wan yê nemirovane yên din ku bi
awayekî metirsîdar li deverê û li cîhanê dubare dibin, divê ji bo civaka
navdewletî û bi taybetî ji bo welatên deverê hokareke be ku, bi îrade û
berprisiyeke mezin rûbirûyê terorê bibin û ji bona jinavbirin û binbirkirina
terorê û terorîstan zêdetir hevahengî û hevkarîyê bikin.
Em hîvdar in encamderên wê kiryara terorîstî bigihin cezayê xwe yê adil û
gelên cîran û cîhanê jî bi aramî û dûr ji gefên destê reşê terorîstan ji bona
binyatdanan û parastina şaristaniyeke pêşkefî ya jiyandost ji bo tevaya
mirovatiyê, li ser jiyaneke xweş û geşkirinê berdewam bin.
Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê
21.08.2016




