26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Şerê gendeliyê ji şerê terorê dijwartir e

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Mekteba
 
Sekreteriyeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê civiya û di wê hevdîtinê de
 
tekez li wê yekê kir ku şerê gendeliyê li şerê terorê dijwartir e û bi hemû
 
şiyanek ve kar ji bo nehiştina gendeliyê dike.
 
Roja yekşem 21.08.2016 li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
 
Kurdistanê li gel Serok û Mekteba Sekretariyeta Yekîtiya Mamostayên
 
Kurdistanê civiya.
 
Li civînek da şanda mîhvan pîrozbahiya serkeftinên Pêşmergeyan li Serok
 
Barzanî kir û spasî rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê terorê kirin
 
û pêzanînên xwe ji bo qehremanî û cangoriya hêzên Pêşmerge li
 
têkşikandina terorê û parastina welat de hebû.
 
Her wiha ji bilî piştraskirina helwesta xwe ya berdewam ku proseya
 
xwendinê rastî kêşeyan nebê, behsa kêşe û giriftên mamostayan û rewşa
 
darayî û jiyana xerapa çîna mamostayan kirin. Daxwaz ji Serok Barzanî kirin
 
ku çareseriyek ji bo rewşa mamostayan û girifta mûçeyên wan peydabike
 
bo ku bikarin bi başî erk û karên xwe de berdewam bibin.
 
Li beranber de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û
 
rola mamostayan li qonaxên cûda cûdayên dîroka Kurdistanê de bilind
 
nirxand û eve jî xisterû ku helwesta mamostayan piştî raperîn û
 
berdewambûna mamostayan li proseya xwendinê helwesteke ku tu demekî
 
nayê ji bîr kirin.
 
Di beşekî dinê civînê de Serok Barzanî sedemên qeyrana darayî ji bo
 
amadebûyan şîrove kir û ji bilî balkişandina li ser girifta gendeliyê tekez li wê
 
yekê kir ku şerê gendeliyê li şerê terorê dijwartir e û bi hemû şiyanek ve kar
 
ji bo nehiştina gendeliyê dike.
 
Di derbarê kêşe û giriftên mamostayan Serok Barzanî piştgîriya xwe ya
 
tevahî ji bo mamostayan nîşanda û ragihand ji bo peydakirina çareseriyek û
 
çareserkirina giriftên mamostayan zêdetir hewl dide.

Nûçeyên têkildar