PYDê gefên xwe li ser Rojava qût nake..Fermana ji PKKê werdigre

Hewlêr-KDP.info- Serkirdeyekî PDKê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê dilgiran e
û dibêje PYDê dest ji guvaş û êrişên xwe bernade û bi fermana PKKê
Rojavayê Kurdistanê xistiye metirsiyê, lê Rojava xwe li ber gefên PYDê
nagire û divê vegerin bo rêkeftina Hewlêrê.
Necat Hesen Endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand:
“Serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê bi rêz li hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê
Kurdistanê dinerin, ku li wir çendîn partiyên dêrîn hene ku çendîn sal xebatê
dikin û xwedî hejmareke zêde ji xelkê ne û roleke bihêz dibînin di nasandina
gelê Kurdistanê û rêxistin û dadokîkirin li mafê gelê Kurd, û rastî ye ku PYDê
balê leşkerî yê PKKê ye, lewma fermanê rasterast jê werdigire û hemû karên
wê bo şikandina serkirdeyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ne û ev yek li
ser erdê tên dîtin, ku binpêkirinên PYDê bi çavan tên dîtin.”
Hesen wiha got: “Şerm e PYDê êrişî kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî yên
Rojavayê Kurdistanê bike mîna Serokê ENKSê Îbrahîm Biro û serkirdeyên
ENKSê. PYDê êrişî xelkê dike û rêjîm di nava tankan de li wan dinere, ev
helwestên PYDê jî eşkere dikin ku Rojavayê Kurdistanê di kirîzeke siyasî de
ye û divê bereyeke yekgirtî bê avakirin da ku kurdên Rojava hevbigirin li dijî
siyasetên şaş ên PYDê. Herwiha divê PYDê wê yekê fêm bike ku siyaseta şaş
sere xwediyê xwe dixwe. Eger dezgehên îstixbaratê yên çend welatan wan
birêve dibin, ev ne siyaset e û encamên wên nabe û nabe ev siyaseta şaş
berdewam be, ji ber ku tiştên xerab li pey bê.”
Wî endamê serkirdatiya PYDê wiha domand: “Ji hemû xirêtir di siyasetê de
dema tolhildan bê hilbijartin, ku termê şehîdekî Pêşmerge ji Başûrê
Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê dihat şandin, wan êrişî cenazeya wî kirin
û rêgirî li xelkê kirin ku cenazeya wî veşêrin, lewma ew siyaseta PYDê pir
xerab e û xelk ji wan bêzar bûne, lê ewê di dawî de berê xwe bidin Serok
Barzanî.”
Necat Hesen ragihand: “Li şûna ku PYDê taktîk û sînaryoyan ligel Beşar Esed
bikar bîne, wê yekê li dijî Serok Barzanî û PDKê dike. Gelo Serok Barzanî û
PDKê çi karekî xerab kirine ku wisa dijminatiya wan dikin? Ew rêkeftinên ku
bo Rojava bi serperiştiya Serok Barzanî hatin kirin di xêra Rojavayê
Kurdistanê de bûn û pir baş bû û çareserî jî ew e ku vegerin rêkeftina
Hewlêrê.”




