26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Iraqê Firokeyên bê firokvan ji Amerîka dikire

Çavkanî: KDP.info

Berpirsên Amerîka û Iraqê ragihandin, ku hukûmeta fedrala Iraqê bo mebesta parastin û çavdêrîkirina bîrên petrolê, dê firokeyên bê firokvan ji Amerîka bikire.


Di evê derbarê de li gorî siteya" Reuters" li ser zarê berpirsê nivîsgeha hemagingîya ewledarîya Iraqê, ya ku bi ser balîyozxaneya Amerîka ye, weha belav kir, ku hukûmeta Iraqê weha nîyaze, dê firokeyên bê firokvan ji Amerîka bikire.
Tevî ku evî jêderî ti zanîyarîyên hûr di bareya hejmar û corên evan firokan nedaye, lê belê li gorî axaftinên berpirsên ewledarîya Iraqê be, kirîna evan firokan tene ji bo parastin û çavdêrîya bîrên petrola başûr e, ku piştî vekşîna hêzên Amerîka gelek rêjeya petrolê jê tê henarede kirin.
 

Nûçeyên têkildar