Nabe bi hincetên siyasî em dijatiya referandum û serxwebûnê bikin

Hewlêr-KDP.info- Çavdêrên siyasî dibêjin, divê hêzên siyasî yên Kurdistanê
xwe bo bereya referandum û serxwebûna Kurdistanê yekalî bikin, ji ber ku
qonaxek hatiye pêşiya me ku nabe aliyek li dijî serxwebûnê be û aliyek jî
piştgiriya wê bike.
Dr. Necman Doskî siysetmedarê Başûrê Kurdistanê ji malpera KDP.info re
ragihand: “Niha derfetek bo gelê Kurdistanê çêbûye ku ev 100 sal e ku ti
qonaxeke wisa girîng û hestiyar nebûye. Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê têk
çûne û tiştek nema wan bi hevre girê dide. Ji aliyekî din ve hevpeymaniya
navdewletî jî bi ciddî alîkariya Herêma Kurdistanê dikin û piştevaniya Hêzên
Pêşmerge dikin, lewma pêwîst e kurd ber bi dewlet û serxwebûnê ve
pêngavan bavêjin.”
Doskî wiha got: “Nabe di bin her hêncetekê de be aliyek yan çend aliyên
siyasî dijatiya referandumê û serxwebûnê bike, ji ber ku ya dawî ev îrade û
daxwaza xelkê Kurdistanê ye û nabe îradeya hizbî bi ser de xwe feriz bike û
her dûrketinek ji referandum û serxwebûna Kurdistanê re, dûrketine ji
daxwaz û îradeya xelkê Kurdistanê. Herwiha nabe ev pirs bibe çekekî siyasî
û em li dijî hev bikar bînin û wek lîstikekê di nav xwe de bikar bînin, ji ber ku
ev yek girêdayî çarenivîsa gelê me.”
Hevdem Serokê Tevgera Demokrata Turkmanî li Kurdistanê Kerxî Altî
Birmax ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha pêkhatên cuda yên
Kurdistanê pêkve dixwazin di çarçoveya Herêma Kurdistanê de çarenivîsa
wan diyar bibe û nabe ku ew wisa girêdayî cihekî bin ku hêj ne herêm e û ne
jî dewlet e jî. Ev cih ji me re bibe dewlet ji me hemûyan re baştir e, ji ber ku
tu li dewletekê bijî baştir e ku tu li herêmekê bijî. Nabe ti hêzek bi ti
hêncetekê dijatiya vê pirsê bike, ji ber ku serxwebûn û dewlet daxwaz û
îradeya xelkê Kurdistanê ye û îradeya gel ji daxwazên partiyan mezintir e.”




