Mîranî: Çavê Kurdistanê ne li bustek axa xelkê ye

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku hin
alî hene ku tometan dixin histê Kurdistanê ku çavê me li Mûsilê ye û piştî
rizgarkirina wê emê bixin ser Herêma Kurdistanê, lê ev yek nerast e û çavê
Kurdistanê ne li bustek axa xelkê ye.
Fazil Mîranî pêşwazî li Cîgirê Emîndarê Giştî yê Partiya Îslamî ya Iraqê Nesîr
Anî kir û di wê hevdîtinê de, da zanîn ku Iraq bûye meydana lîstikên hin
welatan û ev yek cihê metirsiyê ye.
Derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê Mîranî tekez kir ku erkekî dîrokî
li ser milê PDKê ye ku parastina destkeftên gelê Kurdistanê bike.
Derbarê Mûsilê de, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku hin
alî hene ku tometan dixin histê Kurdistanê ku çavê me li Mûsilê ye û piştî
rizgarkirina wê emê bixin ser Herêma Kurdistanê, lê ev yek nerast e û çavê
Kurdistanê ne li bustek axa xelkê ye. Herwiha got ku hin navçe hene ne
Kurdistanî ne û hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji Bexdayê kiriye ku wan
navçeyan bigire lê Bexda amade nebûye wan navçeyan webigire.




