Efendî: Pêşmerge fermanê ji Barzanî werdigirin..Em venakişin

Başîk-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge dibêje, ew navçeyên ku
hatine azadkirin û Kurdistanî ne, hemû li ser destê Hêzên Pêşmerge tên
rizgarkirin, lewma bi ti awayekî em ji wan navçeyan venakişin û bo her
biryarekê jî em tenê fermanê ji Serok Barzanî werdigirin.
Fermandarê Hêzên Pêşmerge û Berpirsê Eniya Başîkê Hemîd Efendî ji
malpera KDP.info re ragihand: “Jibilî wan navçeyên ku Hêzên Pêşmege azad
kirine, heta sînorê Herêma Kurdistanê bi dirêjahiya ava Mûsilê, Hêzên
Pêşmerge li ser pêşdeçûnên xwe berdewam dibin û dê hemû navçeyên
Kurdistanê azad bikin û guh nadin tu kesî.”
Efendî wiha got: “Bo rizgarkirina wan navçeyên Kurdistanî yên ku mane, em
fermanê ji Serok Barzanî werdigirin û em li hêviya fermana wî ne, lewma
her demê ku ferman da em jî bo cîbicîkirina fermana wî amade ne ku wan
navçeyan rizgar bikin û biparêzin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Ti pêwendiya me bi nava bajarê
Mûsilê tune ye û tenê emê navçeyên Kurdistanî rizgar bikin.”
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de gotibû ku pêwîst e
Hêzên Pêşmerge li navçeyên Mûsilê zêdetir pêşde neçin. Lê Hikûmeta
Kurdistanê wê yekê red dike.




