Serokatiya Kurdistanê: Divê karesatên li Mûsilê hatin serê pêkhateyan dûbare nebin
__2016_07_24_h16m56s47__HK__2016_08_20_h16m25s9__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Di derbarê operasyona azadkirina bajarê Musil û rola
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û belavbûna daxuyaniyên cûr bi cûr li
medyayê de, bi hemû aliyek radigihînîn ku:
Yekem: Şerê terorîstên DAIŞ ewlewiyeta serekî ya Herêma Kurdistane û li
van dû salan de Pêşmerge qehremanane erkê xwe bi cîh gihand û efsaneya
Da'îş li ser destê Pêşmerge şikiya.
Dûyem: Rizgarkirina bajarê Musilê ji bo Herêma Kurdistan û Iraq û cîhan û
navçeyê girînge û ji bilî aliyên serbazî pêwîste encamên wê yên mirovî û
siyasî û bandora wê ya li ser Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê li ber çav
bê girtin.
Sêyem: Ji aliyê Herêma Kurdistanê ve û pêkhat û xelkê parêzgeha Nînowa
ve, qonaxa piştî azadkirina Musilê girîngiyekî xwe yê taybetî heye û ji bo
rêgirtina li dûbarebûna wan karesatên li ser pêkhatên neteweyî û olî yên
parêzgeha Nînowa hatiye û ji bo wê yekê ku girifteke din serî hilnede û
baweriyeke tevahî bidin pêkhatên parêzgeha Nînowa û nîştecihên bajarê
Musilê pêwîste rêkkeftinekî siyasî li navbera aliyan de ya li ser birêvebirina
bajarê Musil û parêzgeha Nînewa hebê.
Çarem: Di derbarê rola Pêşmerge ya li operasyona azadkirina Musilê
Herêma Kurdistanê pabendî wê peymanê dibê ku berê li navbera Herêma
Kurdistan û Hikûmeta Iraqê û Hevpeymanan hatiye îmzakirin û her wiha her
peymaneke ku li paşarojê de li navbera van sê aliyan de bê îmzakirin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
20.08.2016




