Reşîd: Konsulxaneyên welatan li dijî PYDê ne

Rojava-KDP.info- Berpirsê Nûneratiya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê
(ENKS) li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ragihand ku hemû konsulxaneyên
welatan li dijî kiryarên PYDÊ ne li Rojavayê Kurdistanê û soz dane ku guvaşê
bixin ser wan, da ku li xwe vegerin.
Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “Şandeke ENKSê derbarê
kiryarên PYDê li dijî ENKSê û xelkê Rojavayê Kurdistanê serdana piraniya
konsulxaneyên welatan kir û hemûyan piştgirî li me kirin û li dijî wan
kiryarên PYDê bûn û gotin, nabe deselateke kurdî mîna deselata rêjîma
Esed dîktator ava bibe.”
Reşîd wiha got: “Konsulxaneyan soz dank u guvaşan bixin ser PYDê, da ku
van kiryaran nekin û pêdeçûnê bi siyaseta xwe de bikin. Emê jî berdewam
bin li ser agahdarkirina hemû welatan ji wan kiryaran.”




