26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Zanîngeha Amerîkî: % 82 ji xelkê Kurdistanê dibêjin niha dema serxwebûnê ye

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Navenda Aşitî û Ewlekariya Mirovahiyê ya Zanîngeha
 
Amerîkî ya Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê rapirsek pêkanî û ji sedî 82.3yê
 
beşdaran deng dane serxwebûna Kurdistanê.
 
 
 
Di rapirsiyê de dengê 4 hezar û 200 kesan hate wergirtin ku hezar 526 kes li
 
bajarê Hewlêrê, hezar û 422 kes li Silêmaniyê, hezar 111 kes li Duhokê û
 
141 kes jî ji bajarê Helebceyê beşdarê rapirsiyê bûn.
 
 
 
Li gorî encamên rapirsiyê ji sedî 86.9ê xelkê Hewlêrê dengê “erê” dane
 
rapirsiyê.
 
 
 
Li bajarê Duhokê ji sedî 97.5 li Helebceyê ji sedî 82.9ê dengê “erê” dane
 
daxwaza serxwebûna Kurdistanê. Lê li Silêmaniyê  e vast ji hemû bajarên
 
din kêmtir bû û tenê ji sedî 67ê dengderan dengê xwe dane bo serxwebûnê.
 
 
 
Di rapirsiyê de hatiye pirskirin “gelo referandûm bê kirin hûn dê beşdar
 
bibin?” ji sedî 83.1ê gotine “belê.”
 
 
 
Herwiha ji sedî 66ê beşdaran jî gotine niha dema îlankirina serxwebûna
 
Kurdistanê ye.
 
 
 
Hêjayê gotinê ye ku rêveberiya Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku Başûrê
 
Kurdistanê bi awayek aştiyane ji Iraqê veqete û ji bo vê armancê jî
 
referandûmek seranserî bê encamdan.

Nûçeyên têkildar