Deşta Neynewa êdî venagere ser Mûsilê

Bexda-KDP.info- Nûnerê Şebekan di Encumena Nûnerên Iraqê de amaje bi
wê yekê dike ku êdî ew nema ser bi parêzgeha Mûsilê ve dimînin û deşta
Neynewa dikeve ser Herêma Kurdistanê. Herwiha dibêje, peyama Ebadî
derbarê egera perçekirina Mûsilê çaverêkirî bû û nabe ew parêzgeh wek
berê bimîne.
Sailm Şebek ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek Deşta Neynewa
beşek in ji Herêma Kurdistanê bila kes muzayedeyê li ser me neke. Em
nûnerê xelkê xwe ne li Bexdayê û em wek Şebek û Xristiyan piştgiriya Hêzên
Pêşmerge dikin.”
Şebek wiha got: “Em wek Deşta Neynewa û Şingal êdî venagerin ser Mûsilê
û niha me dest bi kampanyayekê kiriye bo cudabûna ji Mûsilê û em
dixwazin ji Bexdayê re bêjin ku em dixwazin vegerin ser Herêma Kurdistanê.
Niha jî pêwendiya Ebadî bi me ve tune ye.”




