26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kiwêt amade ye alîkariya Herêma Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Balyozê Dewleta Kiwêtê li Iraqê ligel Serok Barzanî civiya
 
û got ku Kiwêt amade ye alîkariya Herêma Kurdistanê bike.
 
Îro Pêncşemê 18-8- 2016 Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî
 
li Xesan Elziwawî Balyozê Dewleta Kiwêtê li Iraqê û Dr. Umer Elkenderî
 
Konsulê Giştî yê Kiwêt li Hewlêrê kir.
 
Di wê hevdîtinê de, Balyozê Dewleta Kiwêt silavê Emîr û Hikûmeta Kiwêtê
 
gihand Serok Barzanî û pesnê rola Serok Barzanî di dîroka Iraq û navçeyê û
 
serkirdatiya şerê terorîstan de, kir.
 
Xesan Elziwawî hevdem siyaset û nêrîna welatê xwe li hemberî pêşhatên
 
siyasî yên navçeyê diyar kir û ligel diyarkirina spasî û pêzanîna xwe bo gelê
 
Kurdistanê ji ber hewandina koçberên Iraqê nîşan da û da zanîn ew amade
 
ne alîkariyên pijîkî û xwarin û pêdviyên din bo koçberan bide Herêma
 
Kurdistanê.
 
Li hember de Serok Barzanî spasiya Emîrê Kiwt û hikûmeta wî welatî kir û da
 
zanîn ku gelê Kiwêt xwedî pêgeheke taybet e li cem gelê Kurdistanê û tekez
 
li ser pêwendiyên navbera herdu aliyan kir.

Nûçeyên têkildar