26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdistanî: Xema PKKê ne netewî ye..Dijî serxwebûnê ne

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Kurdistanî dibêjin, PKK û PYD di siyaseta xwe de tenê
 
xizmeta neyarên gelê kurd dikin û li dijî neteweya kurd in, herwiha li dijî
 
serxwebûna Kurdistanê ne.
 
Derbarê siyaseta PKK û PYDê, çavdêrê siyasî Ehmed Gilî ji Germiyan ji
 
malpera KDP.info re ragihand: “PKK û PYD bûne dare destê neyarên kurdan
 
û tenê tên bikaranîn li dijî referandum û serxwebûnê û Serok Barzanî. PKK li
 
sala 1991ê li dijî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê şer kir, ku dema
 
parlemantoya Kurdistanê hat avakirin, gotin ku ev parlemanto li dijî herçar
 
perçên Kurdistanê ye, lê niha bo Şingalê û gelek navçeyên kesk û şîn
 
pêşniyaza kantonan dikin û li dijî hemû pêngavên Serok Barzanî ne bo
 
gehîştin bi serxwebûnê.”
 
Çavdêrê siyasî Saman Reşîd ji Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Siyaseta îro ya PKKê, siyasetek e ku tenê xizmeta dijmin û neyarên gelê
 
Kurd dike û tişta ku berjewendiya gelê kurd tê de be li dijî wê kar dikin. Bi
 
qestî bûne dare destê dijmin û neyaran bo cîbicîkirina ecîndayên welatên
 
dagîrker. Li Bakuê Kurdistanê li şûna diyalog û danûstandinan berê xwe dan
 
şer û xerabkirina bajarên kurdan û derbederkirina xelkê. Li Rojavayê
 
Kurdistanê bûne beşek ji hêzên Esed û dijatiya kurdan dikin û sivkatiyê bi
 
ala Kurdistanê dikin.”
 
Mamoste Beşdar Refîq ji Hewlêrê derbarê vê pirsê ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Par HDPê li Tirkiyê bi ser ket û derbasî Parlemantoya Tirkiyê bû,
 
dilê hemû kurdan xweş bû û çaverê bûn ku PKKê gaveke pêşketî bavêje, lê
 
diyar bû ku ew kêfxweşiya me vala bû, ji ber ku xema PKKê ne xemekî
 
neteweyî bû , lê belê agirê dijminan helgirt û Bakurê Kurdistanê wêran kir.”

Nûçeyên têkildar