26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

450 gund nehatine avakirin..Çekdarên PKKê bacê ji xelkê werdigirin

Çavkanî: KDP.info
 
Dihok-KDP.info- Zêdetirî 450 gund li navçeyên sînirê Herêma Kurdistanê ji
 
ber PKKê nehatine avakirin, ku piraniya wan dikevin sînorê Dihokê û welatî
 
ji ber wê yekê gilî û gazinan dikin û wek welatiyek jî dibêje, salane bo vegera
 
wan bo ser gundên wan çekdarên PKKê bacê ji wan destining.
 
Xidir Fikrî ku welatiyekî sînorê nahiyeya Şêladizê ye ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Piştî sala 1975ê valakirina gundan destpê kir. Gundên me berê
 
avakirî bûn, lê piştî hatina çekdarên PKKê û kuştin û eşkencekirina xelkên
 
sivîl, em neçar bûn ji gundên xwe bar bikin û mixabin niha em ji ber hêzekî
 
kurdî nikarin vegerin gundê xwe û gundên me kirine cihên xwe, lewma jî
 
balafirên Tirkiyê berdewam li wan gundan didin. Lewma em daxwaz dikin
 
ku bilez ew çekdar ji gundên me derkevin, da ku em vegerin gundên xwe û
 
ava bikin.”
 
Kerîm Sebah ku welatiyekî sînorê Amêdiyê ye, ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Li gundê min erdeke pir baş heye û eger ne ji çekdarên PKKê ba,
 
min dikarî berhemeke baş pêşkêş hikûmetê bikim û ji bo ku ez vegerim
 
gundê xwe û mêşê xwe yê hingiv bibim wê deverê, çekdarên PKKê bacê ji
 
min werdigirin, ku ji bo her kewarekê 5 hezar dînar werdigirin, ku ji me re
 
dike pereyekî mezin, lewma em daxwaz ji hikûmetê dikin ku navend û
 
baregerhên xwe ji gundên me dûr bixe û eger dûr jî nakevin bila bacê ji me
 
wernegirin.”
 
Serokê Lêjneya Dîvdeçûn û Ziyanan di Encumena Parêzgeha Dihokê ji
 
malpera KDP.info re ragihand: “190 gund li sînorê Amêdiyê ji sala 1992 û
 
heta îro pêwîst e bên qerebûkirin. Herwiha ji par ve û heta niha ji ber PKKê
 
û bombebarana Tirkiyê zêdetirî 70 gundên sînorî ziyan dîtine û şewitîne, rez
 
û baxên welatiyan têk çûne. Welatiyên wê deverê dixwazin bên qerebûkirin
 
û vegerin ser mal û halê xwe.”

Nûçeyên têkildar