Pêşmerge li Xazirê 260 mayîn pûç kirine
__2016_08_17_h15m16s4__HK.jpg)
Xazir-KDP.info- Fermandarê Tîma Endazyariya Pûçkirina Mayînan dibêje,
tîmên wan berdewam in li ser paqijkirina gundên azadkirî û di serî de wan
riyên sereke bo hatin û çûna Pêşmerge paqij kirin.
Lîwa Mehmûd Kakeyî Fermandarê Tîma Endazyariya Pûçkirina Mayînan ji
malpera KDP.info re ragihand: “Tîmên me piştî azadkirina gundên sînorê
Xazirê, li gundê Wedek, Ebzeq, Himêre, Homermendan, Hasudiye û
Kenheşiya Biçûk heta riya Giwêr – Mûsil hemû rê ji mayînan paqij kirin û
temam bûne. Li nêzîkî pira Giwêrê jî 2 kêlge mayîn çandine, vêga demeke
dirêj jê re dive heta ku hemû paqij kirine.”
Kakeyî wiha got: “Di van rojan de 260 mayîn hatine pûçkirin û di serî de em
riyên sereke paqij dikin, da ku Hêzên Pêşmerge tê de biçin û bên. Herwiha
piştre emê di serî de gundên Tûleben û Kuleben paqij bikin û piştre biçin
gundên Hasûdiye.”




