“PYD bi dijatiya ENKS û Başûr dixwaza şikestinên xwe veşêre”

Rojava-KDP.info- Endamekî nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê dibêje,
PYD ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê ji hemû aliyan ve hatiye şikestin, dixwaz
bi dijatiya ENKS û Herêma Kurdistanê wan şikestinan veşêre. Bi eşkere şerê
me dike, lê em şerê birakujiyê nakin û bi xwepêşandanan emê bersiva wan
bidin.”
Cedan Elî Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ji malpera
KDP.info re ragihand: “PYDê ji hemû aliyekî dest bi dijayetiya ENKSê kiriye,
da ku hemû endam û kadir û çalakvanan ji Rojavayê Kurdistanê derxînin.
Dijatiya ala Kurdistanê jî dikin. Ji aliyê îdarî, siyasî, aborî, ewlehî, perwerde û
dîplomatîk de şikestine, lewma bo veşartina wan şikestinan şerê ENKS û
Başûrê Kurdistanê dikin.”
Elî wiha got: “Xelk pir dilgiran in ji karên PYDê, ku heta bi êrişê cenaziyên
şehîdan dikin û navendên me dişewitînin û serkirde û endamên me digirin û
êrişî xwepêşandanên me dikin. Ew li şer digerin, lê em şerê birakujî nakin û
emê bi xwepêşandanan bersiva wan bidin.”




